Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl 2 kesên dinê ji endamên sipaha Quds li Sûriyê de kuştin

11:23 - 28 Kanûna pêşîn 2020

Maşînekî hilgirê pastarên sipaha Quds, kevte ber armanca êrîşa firokên bê firokevane Îsraîl, ku di encamê de aliyê kêm 2 kes ji endamên sipaha pastaran hatne kuştin.

Roja Yêkşemî 27ê  Kanûna pêşîn a 2020an, Maşînekî hilgirê berpirsên sipaha terorîste pastaran, ku ji sinûrê Îraqê ve berbi parêzgeha Dêlerzûr diçu, kevte ber êrîşa pehpadên Îsraîl û gorî nûçeya ku ji aliyê zêrevaniya mafê mirove Sûriyê piştrast kiriye, aliyê kêm 2 endamên pile bilinde sipaha terorîst, tê de hatine kuştin ku nasnama wan nehatiye eşkere kirin.

Pêdiviyê bîranînêye ku Sipaha terorîste Pastaran û milîsên girêdayî bi sipaha Quds, berdewam li Sûriyê de dikevne ber êrîşa Îsraîl û têne kuştin, lê rejîma Îranê hertim cehd kiriye li wê derheqê de çi nûçe û amarekê belaw neke.

Îsraîl di wan êrîşan de bi temamî serbeste û kengê û kîderê hezke dike armanca êrîşa xwe û ew xwe mat kirina Îranê li wî varî de, nîşana neşiyanî û tirsa rejîmê dide xuya kirin.