Piştî zêdebûna aloziyên di navbera “Îran û Îsraîlê” de artêşa Îsraîlê manorêke demdirêj di sînorên xwe digel “Lubnan”ê de bi rê ve dibe û herwisa xwe bo şerekî ji nişkev digel “Hizbullahê” amade dike.
Manora arteşa Îsraîlê ya bi navê “Kevirê Tiraşî” beşdariya tev fermanehiyên bakûrê Îsraîlê li xwe digre û armanca wan ji birêvebirina wê manorê, geşedan bi şiyana berevanî û êrîşkirina arteşa Îsraîlê li hember tev senaryoyan li sinorê hevpar digel Lubnanê ye û biryar e ku ew manor di heyamê mehekê de bi dawî bê û taktîk û startejiyên nû ên şer di wê manorê de têne ceribandin.
Pêka gotina rojnameya “The Jerusalem Post” a Îsraîlê, ew manor bo amadebûna arteşa Îsraîlê bo şerekî demdirêj û gelek dijwar li çendîn aliyan de bi beşdariya hêzên Îsraîlê û tev navendên fermandehiya bakûrê Îsraîlê bi hevkarî digel Stada giştî, hêza bejayî, hêza esmanî û hêza deryayî bi rê ve diçe.
Herwisa rojnameya “The Jerusalem Post” ragihandiye ku manorek di hundirê Îsraîlê de jî bi rê ve diçe ku amadebûn bo şer digel Hizbullê, diceribînin”.
Îsraîl xwe bo her şerekî bi nişkêve digel hêzên girêdayê rejîma Îranê xwe amade kiriye û hêza asmaniya Îsraîlê jî hemek e ku lêdana rejîma Îranê diceribînin.