Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl artêşa xwe bo beşdarîkirin di hekera şerî dinavbera Amerîka û Îran de amade dike

11:44 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê karûbarê derve ê Îsra`îlê daye zanîn ku, Îsra`îl artêşa xwe bo beşdarîkirin di hekera şerê dinavbera Amerîka û Îran de amade dike.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî 11`ê Pûşpera 1398`an, Wezîrê karûbarê derve ê Îsra`îlê “Îsra`îl Katiz” di civîneke rojnamevanî de ragihand: Em di encama amadekirina artêşa xwe de ne ku, di hegera şerê dinavbera Amerîka û Îranê de, artêşa me amadegî hebe.

Îsra`îl heyamike gefên leşkerî li Îranê dixwe ku, Îranê dest neavêje bi bombeya navkî, û heya niha çendîn caran gefên leşkerî li Îranê xwariye.

Herv di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 10`ê Pûşpera 1398`an (1`ê Tirmeha 2019`an), Wezîrê kar ê derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf dabû zanîn ku: Îranê li gor bernameyên xwe, mehandina uranityûmê ji sînorê 300 KG derbas kiriye, û navbirî gotibû, me berê jî dabû zanîn û me bi eşkere jî gotibû ku emê mehandina uranityûmê zêde bikin.

Her di vê derhegê de jî, roja çarşemî 12`ê Pûşpera 1398`an (3`ê Tîrmeha 2019`an), Serkomarê Amerîkayê “Dunal Tiramp” daye zanîn ku, biryara rejîma Îranê bo zêdekirina mehandia uraniyomê, pêngaweke xirab bû.

Herwisa navbirî ji aliyek din ve jî dabû zanîn ku, Îran digel agir lîstikê dike.