
“MUSAD” ji sala 1993an ve çalakiyên “Muhsin Fexrîzade” çavdêrî dikirin û belgeyekî bi deng li ser sazkirina 5 komikên navikî bi dengê “Muhsin Fexrîzade” li ber destê “MUSAD”ê de hene.
Pêka rapora “Sputnic” ku ji rojnameya Îsraîlî ya bi navê “Yedioth Ahronoth” çavkanî vergirtiye, daye zanîn ku, saziya ewlehiya Îsraîl “MUSAD” ji sala 1993an ve “Muhsin Fexrîzade” xistine bin çavdêriya xwe.
Şirovekarê leşkerî û ewlehiyê Îsraîlê, “Ronen Bergman” daye zanîn ku: “Tel Awiwê kariye zaniyariyên girîng li ser pêvendiya wî bisporê Îranî, projeya navikî ya Îranê û pêvendiya vî digel babê bomba navikî ya Pakistanê, “Ebdulqedîr xan” bi dest xwe ve bîne û ew zaniyarî ji faylekî bi dengê “Muhsin Fexrîzade” ye ku bas ji çêkirina 5 kumikên navikî dike, herwisa hindek belge yên destnivîsên “Muhsin Fexrîzade” li ber destê wan de ne.