Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl bênavber binkeyên leşkerî yên Spaha Qods bombebaran dike

10:43 - 21 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Artêşa Îsra`îlê di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan binkeyên leşkerî yên hêzên Spaha Qods a girêdayî Spasha pasdaran terorîst a rejîma Îranê kirine armanca êrîşên xwe.

Li gorî raportên belavbûyî, roja Duşemî 1`ê Rêbendanê (21`ê Kanûna Paşîn), artêşa Îsa`îlê di daxuyaniyekê de ragehand ku, wan binkeyên hêzên Spaha Qods terorîst a rejîma Îranê yên di Sûriyê de, bombebarankirin e û herwisa ji Sûriyê re hişdarî jî daye,  ku di fikra tulvekirinê li dijî ax û hêzên wî welatî de nebe.

Daxuyaniya artêşa Îsra`îlê sibezûya roja Dûşemî 21`ê Kakûna Paşîn hatiye weşandin, û çend demjmêran piştî vê jî hem Îsra`îl û hem jî Sûriyê bas ji êrîşên mûşekî û esmanî kirine.

Daxuyaniya artêşa Îsra`îlê wiha ye: “Me êrîşên tewaw yên xwe  lidijî hêza Qods a rejîma Îranê di Sûriyê de destpêkiriye, û ji artêşa Sûriyê re hişdarî didin da  ku xwe ji çalakiyên  lidijî ax û hêzên Îsra`îlê biparêze”.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Benjamin Netanyahu”  serokwezîrê wî welatî gotibû ku, “me siyaseteke zelal heye” û êrîşkirina bo ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de, derbe lêdan bi kesên ku hewl didin derbê li me bidin e”.

Hevdem digel wan raportan , “Rami Abdul-rahman”, serokê Saziya Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê gotibû ku, herêmên ku  di başûrê bajarê Demşqê de dibine armanca bombeyan, embarên çek û teqemeniyên  Hizbulah û çekdarên Îranê ne”.

Artêşa Îsra`lê li sala 2017`an ve hezarha êrîşên esmanî bo ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de encam dane.