Roja Şemî 28`ê Cozerdanê, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê, “Benny Gantz” gotiye ku Îsraîl di rengehiya her êrîşeke rejîma Îranê li dijî xelkê Îsraîl, bersivek gelek dijwar dê bide.
Herwisa navbirî gotiye ku xelkê Tirkiyê ji aliyê rejîma Tirkiye ve rastî gefan hatine û daxwaz ji xelkê xwe kiriye ku rêkarên parastina xwe berçav bigirin û bi lezgînî Tirkiyê bi cih bihêlin.
Herwisa navbirî behsa vê yekê jî kiriye ku, Îsraîl mijûlê pûçkirina pîlanên rejîma Îranê ye û di rengehiya her gefek li dijî hevwelatiyên Îsraîlê, bi dijwartirîn awayî bersiva wan tê dan.
Roja Yekşemî 28`ê Cozerdanê, Kanala 12 a Îsraîlê ragihandibû ku, “Mossad” û “Mit” a Tirkiyê roja Înê 27`ê Cozerdanê, karîne pîlaneke qirêj a rejîma Îranê pûç bikin.