Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bi alîkariya Amerîkayê manhorekê li dijî binkeyên navkî ên Îranê lidar dixîne

19:15 - 18 Gulan 2022

Pêka rapora kanala 13 a Îsraîlê, balafirên şer ên Hêza Esmanî ya Îsraîlê digel balafira gihandina şewatê ya Amerîkayê di dawiya meha Gulanê bona ceribandina êrîşên nişkêve bo ser navendên navkî ên rejîma Îranê, dê manhorekê lidar bixînin.

Di vê raporê de hatiye, ev manhora ku bi “Çerxa mirinê” hatiye naskirin, rêjeyek zêde ji balafirên şer ên Îsraîlê, ceribandina çawaniya çûn bo navxweyî Îranê û encamdana êrîşên berdewam bo ser navendên navkî ên rejîma Îranê dê encam bidin.

Hevdem Fermanderê nû yê Fermandehiya Navenda Amerîkayê ya “CENTCOM” ê “Michael Kurilla” ku çavdêriyê li ser hevkariya leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê di vê ceribandinê de bi stûyê wî ye, roja Sêşemî, bo hevdîtina digel berpirsên Îsraîlê serdana wî welatî dike.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Berevanî yê Îsraîl “Benny Gantz” dixwaze di serdanekê de bo Amerîkayê, digel aliyê Amerîkayî hevdîtinê pêk bîne.