Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bi hevahengî digel Rûsiyê êrîşên xwe li ser binkeyên Îranê berdewam dike

16:36 - 25 Çirriya pêşîn 2021

“Ze'ev Elkin” ku Cihgirê Wezîrê Derve yê Îsraîl “Naftali Bennett” e, digel wî serdana Rûsiyê kiriye û di civînekê de gotiye: “Serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett digel Serkomarê Rûsiyê Vladimir Putin lehevhatin kirine ku Îsraîl di lêdana binkeyên Îranê û navendên girêdayê wê li esmanê Sûriyê azade e ku, êrîşên xwe bidomîne”.

Pêka gotina “Ze'ev Elkin” di vê hevdîtinê de, “Naftali Bennett û Vladimir Putin” li derheq bernameya navkiya Îranê, rewşa Sûriyê û hewlên Îsraîlê bo rêgirî li pêşketina bernameya navkiya Îranê jî axaftin kirine.

Di wê hevdîtinê de lihevhatin hatiye kirin ku aloziyên li başûrê Sûriyê dubare kêm bikin û nabe hêzên girêdayê rejîma Îranê heta 80 kîlometriya bakûr Colanê jî bimînin.

Di wê hevdîtinê de “Vladimir Putin” piştevaniya xwe ji Îsraîlê ragihand û got: “Ew du welate pêwendiyên bê mînak hene” herwisa navbirî daxwaza berdewamiya wan pêwendiyan kir.