Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl bi mûşekan êrîşî kire ser Sûriyê û herwisa binkeyên hevpeymanan kevte ber mûşekan

13:01 - 5 Gulan 2021

Îsraîl bi mûşekan êrîşî kire ser bajarên “Laziqiye û Tersûs” li Sûriye de û pêka ragihandinên girêdayê rejîma Beşar Esed, li wan êrîşan de xisarên canî û malî hebûne û herwisa binekyên hevpeymanan li Îraqê, kevtne ber êrîşa mûşekî.

Roja Sêşemî 4ê Gulanê, nûçegihaniya Fermî ya rejîma Sûriyê, “SANA”ê daye zanîn ku, li êrîşa mûşekî ya Îsraîlê li ser bajarên “Laziqiye û Tertûs”ê tevî hebûna xisarên malî, xisarên canî jî hebûne û kesek hatiye kuştin û 6 kes jî birîndar bûne û herwisa enbareke madeyên plastîkî, bûye armanca wan mûşekan.

Herwisa hevdem digel êrîşa mûşekî li ser binkeya leşkerî ya “El-Beled” li Îraqê,  binkeya esmanî ya “Eyn El Esed” ya hêzên hevpeymanan li parêzgeha “El-Enbar”ê, rastî êrîşa mûşekan hat ku, ti xisara canî û malî tinebûne.

Pêka zaniyariyên hêzên Îraqê, katyûşayek bi devereke vala ya binkeya esmanî a ““Eyn El Esed”” ketiye lê ti xisarek tinebûye.

Hêzên Îraqî ragihandine ku, binkeya leşkerî ya “El-Beled” rastî êrîşa 3 katyûşayan hatiye ku ev binkeya leşkerî, cihê mana hêzên “Hevpeymaniya Navnetewî li dijî DAÎŞ”ê ye.

Herwisa li binkeya “El-Beled” ti xisareke canî û malî tinebûye.