Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl bi zimanê Kurdî pîrozbahiya newrozê ji gelê Kurd kir

11:41 - 21 Adar 2020

Îsra`îl bi hilkefta cejna neteweyî ya newrozê û sersala Kurdî, di peyamekê de pîrozbahî ji hemû gelê Kurd kir.

Hevdem digel despêka newrozê û digel peşqelê agirê newrozê di Kurdistanê de, peyça fermî a dewleta Îsra`îlê, bi zimanê Kurdî newroz ji hemû Kurdan pîroz kir, û di peyama Îsra`îl de hêvî hatiye xwastin ku sala nû bibe sala tendirustiyê û serkevtina cîhanê bi ser Koronayê de.

Herwisa di peyama newrozê ya Îsra`îl de hetiye: “Em hêviya tendirust û aştiyê bo we û hemû mirovahiyê dixwazin.

21`ê Adarê sersala Kurdî ye û cejna newrozê ye, li Kurdistanê, di wê rojê de agirê newrozê tête hilkirin û xelk bi berkirina kincên netewî û bi govend û dîlan û geşt û seyranan, pêşwaziyê ji Sala nû dikin.

Îsal Sala 2720 a Kurdî ye ku hemberî sala 2020 a Zayînî ye.