Îsraîl di êrîşekê esmanî de binkeyên leşkerî yên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê kire armanc.
Şeva Pêncşemî 14ê Nîsanê Îsraîl di êrîşekê esmanî de binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê û barên balafirên bêfirokevan yên pêşketî yên rejîma Îranê û Sîstema bervaniya esmanî ya Sûriyê li Rojavayê “Demişq”ê kire armanc.
“Çavedêrê Mafê Mirovî li Sûriye” û herwisa radiyo û televîzyonên girêdayî bi rejîma “Sûriyê” ew êrîşa Îsraîlê piştrast kirine û bas ji teqînek mezin li derdorê bajarê “Demişq”ê kirine, lê heta niha Spaha Pasdaran û Rejîma Îranê ti bertekek nîşan nedaye.
Êrîş bo ser yek ji girîngtirîn binkeyên Spaha Pasdaran li “Demişq”ê çend demjimêr piştî axiftin û gef xwarinên Fermandê Spaha Quds, “Îsmaîl Qaanî” ji Îsraîlê hatibû encamdan.
Di çend rojên derbasbûyî de Fermandê berê yê Hêza Esmaniya Îsraîl ragihandibû ku ji sala 2017 ve heta niha zêdetir ji 400 êrîşên esmanî bi dijî rejîma Îranê û girûpên girêdayê vê rejîmê li Sûriye û cihên din encam dane.