
Kurdistanmedia: Balafirên şer yên Îsra`îlê binkeyên Spaha Pasdaran, yên li Sûriyê kirine armanc.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja 28`ê Adara 2019`an, balafirên şer yên Îsra`îlê bi çendîn bombeyan binkeyên Spaha Pasdaran a terorîst kirine armancên xwe, û di encam de, embarên teqemeniyan jinav çûn.
Herwisa medyayên girêdaiyî hikûmeta Sûriyê eşkerekirine ku, balafirên şer yên Îsra`îlê di dema bombebarankirina binkeyên hêzên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê, de, her di vê derheqê de artêşa Sûriyê jî ragehandiye ku wan bi samana dijê mûşekî ev mûşekên ku hatine avêtin jinav birine û îzin nedane amancên xwe bipêkin.
Her di vê derheqê de, li gorî nûçeyên belavbûyî, balafirên şer yên Îsra`îlê di nav axa Sûriyê de, binkeyên teqemenî û leşkerî yên Spaha Pasdaran kirine armancên xwe, û di encama vê êrîşa esmanî de jî, 7 kes ji endamên Spaha Pasdaran a terorîst hatine kuştinê.
Herwisa “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê roja Çarşemî 8`ê Rêbendana 1397`an, di “Kremlin” a Rûsiyayî de derheq bi hevahengîkirina di navbera artêşên herdu aliyan de, di pêwendî digel jinavbirina hêzên rejîma Îranê yên li nav axa Sûriyê, di gel “Vladimir Putin” serkomarê Rûsiyayî civiyabû.
Artêşa Îsra`îlê li sala 2017`an ve hezarha êrîşên esmanî bo ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de encam dane.