Pêka hin raporên belavbûyî, Artêşa Îsraîlê bo vê ku êrîşa leşkerî bike ser binkeyên hestiyar ên rejîma Îranê, xwe amade dike.
Malpera “Israel Today” roja Pêncşemî 28`ê Xezelwerê, di raporekê de belav kiriye ku rejîma Îran di hewlê de ye ku sîstemên berevaniyên xwe di wan deverên ku Artêşa Îsraîlê êrîşê ser wan dike, bihêztir bike.
Di wê raporê de hatiye ku rejîma Îranê mijûlê zêdekirina mûşekên berevaniya esmanî di Sûriye, Lubnan û Îraqê û çendîn cihên dinê de ye da ku bikare balafirên Îsraîlê ên ku çekdarên Spaha Pasdaran û çekdarên terorîstî ên ser bi rejîmê dike armanc, ji nav bibe.
Şirovekarê Siyasî “Riza Perçîzade” bi “Israel Today” re gotiye: “Sedema vê ku rejîma Îranê sîstemên berevaniya xwe di Sûriyê de bihêz kiriye eva ye ku pîşbîniya êrîşa Îsraîlê bo ser binkeyên navkiya xwe kiriye”.
Welatê Îsraîlê di wê dawiyê de nêzî 1.5 milyard Dolar bûdce bo êrîşkirin li ser binkeyên navkiya rejîma Îranê pesend kir.
Ew bûdceye ji bo kirîna cebilxane û mûşekên pêşketî hatiye terxankirin.
Wezîrê Berevanî yê welatê Îsraîlê “Benny Gantz”, dabû zanîn ku ew bûdceye bo gefên bernameya navkiya rejîma Îranê hatiye pesendkirin.