Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl çendîn pêgehên mûşekî yên rejîma Sûriyê kirine armanc

17:24 - 9 Şibat 2022

Arteşa Îsra`îlê ragihandiye ku, di bersiva êrîşên mûşekî yên rejîma “Sûriyê” ên li dijî Îsra`îlê, çendîn pêgehên mûşekî yên  li “Sûriyê bûne armanc.

Pêka ragihandina Artêşa “Îsra`îl”ê di encama avêtina mûşekan ji aliyê “Sûriyê” ber bi “Îsra`îlê” ve zenga haydarkirinê li bajarê “Omulfehim”a  girêdayî parêzgeha “Heyfa” û devera “Samiriye” ya Îsra`îlê hate lêxistin û berî vê armancên xwe bipêkin, ji aliyê hêzên Îsra`îlê ve hatine jinav birin.

 “Nûçegihaniyên dewleta Sûriyê” berê jî, ragihandbûn ku çendîn roketên erd bi erd  yên Îsra`îlê ku li devera “Golan”ê ve ber bi wî welatî ve hatibûne avêtin, her li nêzîk “Demişq”ê hatibûne jinav birin.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye ku di encama êrîşên Artêşa Îsra`îlê li dijî çend pêgehên leşkerî yên Sûriyê, serbazek hat kuştin û pênc serbazên din jî birîndar bûn, û herwisa wan êrîşan zirarên aborî  ên zêde lipey xwe hebûne.