Îsraîl haydariyê dide Amerîka, ku hekî vegere bo nava lihevkirina di gel îranê, Îsraîl êdî çi tiştekê di gel Baydên de bas nake.
Roja Çwarşemiyê Îsraîl hişdarî da ku hekî Amerîka di serdemê serokatiya Co Baydên de li ser bingeha rêkevtina berê vegere bo nava Bercamê, êdî Îsraîl çi tiştekê nabêje Amerîka û dê hebxwe birya xwe bide, ew yeka jî dikare bandora nerênî dabinê ser peywendiya wan 2 welatan.
Îsraîl gelek micidî daxwaz ji Co Baydên kiriye ku bila di derbarê Îranê de, rêka Barak Obama negre bera xwe, hekî ne Îsraîl êdî çi tiştekê di gel Amerîka de bas nake.
Hemî ew cehda Îsraîl bo hindêye ku îznê nede da ku Îran bikare bibe xwediyê Bomba Navokî.
Herwisa di wê derheqê de welatên hevpeymanê Amerîka yên Rojhilata Navîn jî daxwaz ji Amerîka û Co Baydênê Serkomar kirine ku bila nezivire bo nava lihevkirina Etomî di gel Îranê û bila givaşê bêxe ser Îranê da ku meyandina Oraniyomê rawestîne.