Çend rojan berî niha, fermandeyekî Îsraîlê dabû zanîn ku, dema qasa meyandina Oraniyoma Îranê bigîje bi %90an, bi qasî 2 salan dem hewce ye ku bikare çeka navikî berhem bîne û rejîma Îranê alavên hewce hêj tinînin.
Gotinên fermandeyên Ewlehiya Leşkerî yê Îsraîlê bi wê armancê ye ku hewceî bi zivirîn bi lihevhatina sala 2015 a navîkî nîne û her çi qas ku berpirsên Îsraîlî lihevhatina “Bercam”ê bi nebaş dizanin û li ser wê bavirêne ku dê Îranê li sala 2025an de bike xwediyê çeka navîkî, lewma cehdê dikin ku bandorê bêxne ser Serkomarê Amerîka “Joe Biden” e ku, dorpêçan hilneweşîne.
Armanca Îsraîl ji bandorxistin li ser Amerîkayê ev e ku, Amerîka bi mifahvergirtin ji rewşa aloz a Îranê, lihevhatineke 25 salî digel Îranê wajo bike ku bikare şiyana mûşekên balistîk ên Îranê sînordar bike û herwisa çalakiyên rejîma Îranê di deverê de jî li xwe bigre.
Îsraîl bi wî awayî dixwaze gefa rejîma Îranê li ser xwe kêm bike, di hegera berdewamiya dorpêçên aborî yên Amerîka li ser Îranê, qasa alîkarîdan û tedaxula rejîma Îranê di Sûriye û Lubnanê kêmtir dibe û girûpên girêdayê Îranê bi qasekî zêde dê şiyana êrîş li ser Îsraîlê ji dest bide.