Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl dixwaze li deverê de hêzên leşkerî li dijî Îranê belav bike

18:53 - 6 Gulan 2021

Berpirsên leşkerî û ewlehî yên Îsraîlê dixwazin stratejiya xwe li Rojhilata Navîn de li dijî “Tehran”ê biguherin û bi bikaranîna hêzên leşkerî li dijî destêverdan û girûpên milîs yên ser bi rejîma Îranê, wan rawestînin.  

Heyamek berî niha Îsraîl û Îranê êrîşî li ser gemiyên hev dikirin lê Îsraîlê ragihandiye ku, ew taktîk aşkira bûye.

Ew taktîka Îsraîl, “Şerê li navbera 2 şeran” de bû, ku bi wateya êrîş û derblêdana giran bê destpêkirina şer e; Lê bi berwajî êrîş zêdetir bûn û rengehiya şerê rasterast hebû.

Berpirsên Îsraîlê dibêjin ku rengehiya şer heye lê dema wê, hêj nehatiye û Amerîka jî naxwaze tûşî şer bibe ber wê yekê ku, xerceke aborî ya gelik zêde heye.

Li heyamên derbasbûyî de, çendîn gemiyên Îran û Îsraîl ji her 2 aliayn ve dibûne armanca êrîşan û xisarên zêde yên malî û canî lêdiket.