Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl êrîş kire ser binkeyekî Sipaha quds li Sûriyê

18:32 - 3 Îlon 2020

Şewa Sêşemiyê Îsraîl êrîş kire ser payîgeha “Tî Fur” li Sûriyê ku tête gotin cihê embar kirina çek û mûşekên Sipaha quds qiqa derwe a Sipah terorîste Pastan bûye.

Jêderên Sûrî ragihandine ku ew cihê ku Îsraîl kirye emac û lêdaye, embara çekên pêşkevtiye Sipaha Pastaran bûye.

Kêm roj heye ku girûp û milîs û endamên Sipaha terorîstiye Pastaran di nava axa Sûriyê de nekevne ber êrîşa Îsraîl, lê rejîma Îranê tu caran rastiya xisara canî û maliye xwe di Sûriyê de eşkere nekiriye.

Du rojan berî niha hate ragihandin ku îsraîl êrîş kiriye ser civînekê ku çend kes ji endamên pile bilindê Sipaha Îranê jî tê de hatine kuştin.

Hinek jêder basê hindê dikin ku pastarê terorîst Simaîl qaanî fermandê hêza quds a sipaha terorîste Pastaran ku di nava wê civînê de bûye, bi tundî birîndar bûye.

Hevdem Maîkêl Prycênt karnasê saziya Hadson di Tiwîte kê de nivîsiye: Erê gelo kê dê cihê Simaîl Qaanî bigre: ewajî wê yekê dide xuyakirin ku di wê êrîşê de Simaîl Qaanî hatiye kuştin, lê di wê derheqêde heta niha rejîma Îranê çi tiştek ranegihandiye.