Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl ji hatina ser kar a Îbrahîm Reîsî nigeran e

12:44 - 20 Hezîran 2021

Bi nav hilbijartina Serkomarî di Îranê de dawî pê hat û Îbrahîm Reîsî wek Serkomar ji aliyê rêberê rejîma Îranê ve hate diyarîkirin û serokê piraniya girûpên tundajo pîrozbahî li Îbrahîm Reîsî kirin. Îsraîl jî dibêje hatine ser kar a Îbrahîm Reîsî cihê nigeraniya civatgeha navnetewî ye.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê, Serkomarê nû yê rejîma Îranê, Îbrahîm Reîsî wek “Qesabê Tehran”ê daye zanîn.

Lîvir Hayat, Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê jî, Îbrahîm Reîsî wek tundtirîn Serkomarê dîroka Îranê daye zanîn.

Lîvir Hayat gotiye, Îbrahîm Reîsî çalakiyên navkî yên Îranê ber bi pêş ve dibe.

Hin welatên dîktator ên wekî Vênzoêla û Sûriyê jî pîrozbahiya dîktator Reîsî kirine û hin welat û saziyan jî, ji vê yekê nigeran in û Saziyên Mafê Mirovî bi îşarekirin bi rola Reîsî di kuştara sala 1367`an a Rojî de, nigeraniya xwe dane xuya.