Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl li dijî Îranê hevpeymaniyeke deverî ava dike

19:00 - 26 Tebax 2021

Îsraîl hewlê dide ku hevpeymaniyeke deverî ji welatên Rojhilata Navîn li dijî rejîma Îranê ava bike.

Serokwezîrê Îsraîlê “Neftalî Bênêt” li hevpeyvînekê digel rojnameya “New York Times”ê gotiye: “Di gel Serkomarê Amerîkayê, Joê Biden de min dê hevdîtin hebe û yek ji wan mijarên ku di wê kombûnê de bê baskirin, avakirina hevpeymaniyeke Erebî li dijî Îranê ye”.

Îsraîl li ser vê bawerê ye ku bernameya navkiya Îran li xwe de û meyandina Uraniyomê niha di pêşketîtirîn qonaxê de ye.

Yek ji girîngtirîn sedemên serdana Serokwzîrê Îsraîlê bo Amerîkayê, pirsa navkîya Îranê û geşekirina terorîzm di deverê de ye.

Îsraîl di wan 2 salên derbasbûyî de kariye pêwendiyên xwe digel welatan zêdetir bike û ew jî bo rêgirî ji bandora Îranê ye.