
Kurdistanmedia: Serkomarê Îsra`îlê got, emê di Êrîşên esmanî yên xwe yên li dijî binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê li Sûriyê berdewam dibin.
“Benjamin Netanyahu” Serkomarê Îsra`îlê ,pêş li serdana xwe ya bo Rûsiyî derheq civîna xwe ya digel “Vladimir Putin” serkomarê wî welat, bi weşandina vidyoyeke kurt ragehand ku , ev bi wan sebeban serdana Rûsiyê dike daku di gel serkomarê wî welatê “Vladimir Putin” gotûbêjekê derheq bi cihgîrbûna rejîma Îranê di Sûriyê de biaxavin.
Herwisa Serkomarê Îsra`îl got, em li dijî wê cihgîrbûnê ne û emê çalakiyên leşekrî yên xwe li dijî binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên li Sûriyê berdewam bikin, û herwisa di vê pêwendiyî de li gel serkomarê Rûsiyê wê bicive.
Artêşa Îsra`lê li sala 2017`an şonda, bênavber êrîşên esmanî bo ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de encam dane.
Serbarê vê ku rejîma Îranê berdewam gefan ji Îsra`îlê dixwe, lê li hemberî êrîşên bi vî awayî bê rêçare dimînin û ew êrîş bi başî nîşan didin ku rayedarên rejîmê tenê zimanê gefxwerinê dizanin û ew gefxwarinên wan bi qasî şerekî rasterast derbe ji berjewendiyên xelkê welat didin.