Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl li Herêma Rojhilata Navîn de hevpeymandiyek hevpar pêk tîne

17:56 - 20 Hezîran 2022

Roja Duşemî 20`ê Hezîranê Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Beny Gantz di civîna digel yasadanerên wî welatî de diyar kir ku, ev dixwazin bi welatên herêmê re, Hevpeymaniya Parastina Esmanî ya Rojhilata Navîn pêk bînin û got: Alîkariyên wiha di halê encamê de ne.

Pêka rapora nûçegihaniya Rouytrsê, Gantz gotiye: Min digel şirîkên xwe yên weke Amerîkayê bermnameyên berfireh rêberî kiriye da ku alîkariya di navbera Îsraîl û welatên herêmê de xurt bibe.

Pêka gotina wî wezîrê Îsraîlê, bernameyên han di halê birêve çûnê de ne û şopandinek serkevtî li hember êrîşên rejîma Îranê yên li dijî Îsraîl û welatên Herêma Rojihilata Navîn de pêkandiye.

Her di vê derheqê de  Beny Gantz Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê zêde jî kir ku, ev hêvîdar e ku serdana Joe Biden serkomarê Amerîkayê bo  wî welatî, wê piroseyê xurtir bike.

Di heyama salên derbazbûyî de, bi sedema bernameyên navkî yên rejîma Îranê aloziyên zêde çê bûn, û welatên weke Îsraîl, Erebistan, Îmarat, û hin herêmên Îraqê rastî êrîşên dron yan mûşekan hatin û pêka gotina wan welatan ev êrîş ji aliyê grûp û milîşên girêdayî rejîma Îranê ve hatine encma dan.

Ev çandîn salin ku Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê û girûpên terorîstî yên girêdayî vê rejîmê, welatên weke Yemen, Sûriye, Îraq û herwisa Herêma Kurdistanê kirine armanca êrîşên dron û mûşekên xwe.