Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl li ser êrîşên esmanî yên xwe yên li dijî binkeyên rejîmê pêdagîrî dike

11:51 - 28 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsra`îlê li civîna di gel serkomarê Rûsiyayî, daxwaza alîkarkirinê derheq jinavbirina binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê, li Sûriyê kir.

“Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê roja Çarşemî 8`ê Rêbendanê, di “Kremlin” a Rûsiyayî de derheq bi hevahengîkirina di navbera artêşa herdu aliyan de, li peywendî digel jinavbirina hêzên rejîma Îranê li nav axa Sûriyê, li gel “Vladimir Putin” serkomarê Rûsiyayî civiya.

Herwisa “Benjamin Netanyahu”  di vê civînê de got, rejîma Îranê mezitirîn gefe li ser ewlehiya deverê, û em li ser wê  biryara xwe ya êrîşên esmanî yên li dijî binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên di nav axa Sûriyê de ne.

Herwisa Serokwezîrê Îsra`îl got, em li dijî cihigîrbûna rejîma Îranê di Sûriyê de ne, û emê çalakiyên leşekrî yên xwe li dijî binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên li Sûriyê berdewam bikin.

serbarê vê ku rejîma Îranê berdewam gefan ji Îsra`îlê dixwe, lê, Îsra`îl li ser soza xwe ye derheq êrîşênkirina li ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên, li nav axa Sûriyê de ne.

Piştî 6 mehan ketina balafira leşkerî a Rûsiyayî û can jidest dana 15 serbazan di wê balafira leşkerî de, ew yekemîn hevdîtina di navbera “Benjamin Netanyahu” Serokwezîrê Îsra`îlê  û “Vladimir Putin” ne ku pêk hatiye.