Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îl: Pareyê xelkê Îranê kîderê ye û bo çi tê xerckirin

12:09 - 28 Nîsan 2020

Wezareta Derve ya Îsra`îlê li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê  bi weşana çend wêneyên girûpên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê di Sûriyê de nivîsî ye: “Hekî ji xwe dipirsî pareyê xelkê Îranê li kîderê ye û bo çi tê xerckirin, di wê wêneyê de bersiva xwe dibînî.”

Mebest ji weşan “Twitter”a Wezareta Derve a Îsr`îlê û danîna wêneyên çekdarên ser bi rejîma Îranê bi rohnî diyar e ku, xelkê Îranê li jêr hêla hejarî de dijîn, rejîm bi cihê ku di bajarên kêmdahat de kompaniya danê û derfeta kar bo xelkê xwe biafirîne, berevajî, pereyê xelkê xwe terxanê girûpên terorîstî di dreveyê welat de dike.

Rejîmê heya niha çendîn kompaniya di Îraq û Sûriyayê de avakirine, lê amade nîne kompaniayan di bajarên kêmdahat ên xwe de ava bike.