Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û Amerîka li ser bernameya navkî ya Îranê civiyan

11:11 - 25 Tebax 2020

Wezîrê Amerîka di serdanekê de bo welatê Îsraîlê, tekezî kir ku destê rejîma Îranê ti carî bi çeka navkî nagihîje.

Roja duşemî rêketa 3ê Xermanan, Wezîrê Derve ê Amerîkayê, “Mike Pomoeo”, di serdana xwe ya bo welatê Îsraîlê de basa vê yekê kir ku, destpêragihîştina rejîma Îranê bi çeka navkî metirsiyeke mezin e bo ser Rojhilata Navîn.

“Mike Pomoeo” rêze serdanek bo welatê Îsraîl, Sûdan, Behrên û Îmarata Yekgirî ya Erebî dest pêkiriye, û di welatê Îsraîlê de basa vê kir ku ewlehiya Îsraîlê bo welatê wî girîng e.

Navbirî ragihand ku rejîma Îranê bi niyaz e çekûçolan bi girûpên tundajo bide.

Serokwezîrî Îsraîlê “Netenyaho” jî, daxwaza nûkirina cezayên li ser Îranê kir û asayîkirina pêwendiyên di navbera Îsraîl û Îmaratê de bi detpêka qonaxeke nû di Rojhilata Navîn de zanî.

“Mike Pomoeo” di serdana xwe ya Îsraîlê de dixwaze danûstandinê bazirganî yên rejîma Îranê û pêwendiyên di navbera Îsraîl û welatên deverê de gengeşe bike.

Nûçegihaniya “Reuters”ê li zarê çavkaniyeke agehdar ku navê wê belav nekiriye, basa vê yekê kiriye ku, naveroka sefera Wezîrê Derve yê Amerîkayê, gengeşekirina pirsgirêkên Çîn û rejîma Îranê di deverê de ye.