Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl xwe amade dike êrîş bike ser Îranê

17:39 - 26 Çirriya paşîn 2020

Hêzên ewlehî yên Îsraîlê di heyama heftiyên derbasbûyî de di haletê aamdebaşiyê de ne ku êrîş bikine ser Îranê.

Amadehiya hêzên Îsraîlê piştî fermana êrîşkirina leşkerî bo ser rejîma Îranê ji aliyê “Donald Trump” ve nîne; Belkî dewrana sundxwarina “Joe Biden” bi hestiyar dizane.

Amadehiya Îsraîlê bo berteknîşandan li hemberî êrîşên girûpên çekar yên ser bi rejîma Îranê li “Xeze”û “Lubnan”ê ye.

Mijara êrîşên leşkerî bo ser rejîma Îranê li dema hatina ser kar a “Donald Trump” bi berdewamî xistiye ber bas.

Serokomarê nû yê Amrîkayê ragihandiye, hez nake digel Îranê şer bike û berdewam bas li vekişanadina hêzên Amerîkayê li Rojhelata Navîn dike.

Di heyama derbasbûyî de “Mike Pompeo” Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana welatên Îsraîl û Erebistanê kiriye û bas li rûbirûbûna her êrîşek ji aliyê rejîma Îranê ve bo ser hêzên hevpeyman kiriye.