Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl xwe amade dike êrîş bike ser Îranê

12:09 - 27 Kanûna Paşîn 2021

Serokê Stada Arteşa Îsraîlê, “Aviv Koxavî”, Hişdarî da Amerîkayê ku zivirîn bi “Bercam”ê kiryareke gelek xirab e.

Roja Sêşemî 26ê Kanûna Paşîn, Serokê Stada Arteşa Îsraîlê, “Aviv Koxavî”, hişdarî bi Amerîkayê daye ku her core lihevhatineke navikî digel rejîma Îranê bi her awayekî be xirab e, û rejîma Îranê bo berhemanîna çeka navikî han dide lê, Îsraîl bi ti awayekî rê bi wê yekê nade.

Herwîsa navbirî daye zanîn ku “Bona rêgirîkirin li berhemanîna bomba navikî li Îranê, me bernameyên amade bona êrîşkirin li ser Îranê hene”.

Wî berpirsê leşkerî yê Îsraîlê got: “Îran dikare biryara berhemanîna bomba navikî bide, min jî bi hêzên Îsraîlê ferman daye ku cuda ji wan bernameyên heyî, çend bernameyên din yên operasiyonan amade bikin, em dê lêkolînê li ser wan bernameyan bikin û geşê bi wan re bidin”.

Asta meyandina uraniyoma Îranê çend beranberî qasa rêpêdayî ya bercamê ye û kiryar û hewlên rejîma Îranê, bi rohnî dide xuya ku li pey meyandina zêdetir, bi armanca berhemanîna bomba navikî ye.

Welatên wekî Îsraîl û Amerîkayê, hay ji bername û qasa geşeya navikî ya rejîma Îranê hene û di dema hewce de bernameyên dariştî yên leşkerî, bona rawestandina wê bernameya Îranê hene.