Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl xwe bo êrîşekê li ser binkeyên Navkiya Îranê amade dike

12:48 - 9 Kanûna pêşîn 2021

Îsraîl bo vê ku êrîşê sar bikeyên Navkî yên rejîma Îranê bike, manoreke mezin ji hemû alaveke leşkerî di deriyaya “Naverast” de bi rê ve bibe.

Qirar wisa ye ku hêzên esmanî yên Îsraîlê bo êrîşkirin li ser binkeyên Navkiya rejîma Îranê, operasiyonek mezin bi amadebûna dehan balafirên şerker û bomavêj li esmanê deriyaya Naverast bi rê ve bibin.

Rojnameya “Times of Israel” a Îsraîlê belav kiriye, ku ew manore yek ji mezintirîn manor dibe ku heta niha hêzên esmanî yên Îsraîlê manorek wisa bi rê ve nebirine, û ew manore pêk tê ji dehan balafirên şerker ji wan balafirên F16, F35, balafirên sîxurî yên “G550” û tankerên dana şewatê.

Ew balafirên şerker dê li ser esmanê deriyaya “Naverast” bifirin û rêyeke dûrûdirêj biceribînin ku wek vê ku çawa êrîşê ser binkeyên Navkiya rejîma Îranê bikin.

Di “January”a îsal de jî “Aviv Kochavi” Fermandeyê Artêşa Îsraîlê dabû zanîn, ku wî ferman daye bernameyên nû bo êrîş li ser damezraweyên Navkiya Îranê bêne darêjin. Her di vê derheqê de dewleta Îsraîlê bûdceyek çend milyardî ji bo amadebûn bo êrîş li ser Îranê xistiye di xizmeta Artêşa wî welatî de.

Ji aliyek din jî “Reuters”ê belav kiriye, vêdiçe ku civîna Pêncşemî ya di navbera Îsraîl û Amerîkayê ya li “Washington”ê de, li derheq operasiyona leşkeriya hevpar bo xweamadekirina êrîşekê li ser binkeyên Navkiya Îranê be.