Dermaneke vîrûsa Koronayê li nexweşxaneya “Îxîlof” li Telaviv û dermaneke din li nexweşxaneya “Hedassa” li “Orşelîm”ê li ser kesên ku bi dijwarî tûşê Koronayê bibûn ceribandin ku piştî 3-6 rojan ji wê vîrûsê rizgar bûne.
Li nexweşxaneya “Êxîlof” li bajarê Telavîv”ê, dermanê “EXO-CD24” li ser 30 pêketiyên vîrûsa Koronayê ku rewşa wan gelek dijwar bûye, hatiye ceribandinê ku 29 kes ji wan nexweşan li piştî sê rojan bi tewawî ji Koronayê rizgar bûne û çûne malên xwe û 1 kesê mayî jî çend rojan piştre ji vê nexweşiyê rizgar bû.
Li ser wê mijarê, Profesor “Nedîr Arbêr” yê “Navenda Lêkolîn û Rawestan di hember Şêrpencê” li nexweşxaneya “Îxîlof”ê daye zanîn, ku rojê yek doza wî dermanî bi wan 30 nexwşan hatiye dan ku bi lezgînî vîrûsa kornayê ji nav biriye, û serkevtina wî dermanî %96 bûye.
Herwisa li nexweşxaneya “Hedassa” li bajarê “Orşelîm”ê dermanke din yê Koronayê yê bi navê “Êlêkêtra” li ser 21 pêketiyên Koronayê ku nêzî mirinê bibûn cerbandine ku 19 kes ji wan nexweşan piştî 6 rojan bi silametî zivirîne malên xwe û 2 kesên din piştî 8 rojan ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
“EXO-CD24” û “Êlêkêtra” 2 dermanên çareserkirina vîrûsa Koronayê ne ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye berhemanîn, lê hêj li “Îsraîl”ê lêkolînên zêdetir li ser wan 2 dermanan têne kirin.