Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê 4 milyon Dolarê Îranê zebt kir

10:36 - 23 Kanûna pêşîn 2020

Wezareta Berevanî ya Îsraîlê 4 milyon Dolar ku rejîma Îranê bo Saziya Hemas di Xezeyê de şandibû zebt kir.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê “Benny Gantz” li dijî “Serafê” sereke yê girûpa Hemasê di Newara Xezê de hikmek der kir û daxwaza zebtkirina 4 milyon Dolar kir ku rejîma Îranê ew pare ji rêya yek ji serafiyan ve bo Hemasê şandibû.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê gotiye ku rejîma Îranê xwastiye wê pareyê terxanê kiryarê terorîstî û valakirina hiqûqê alîgirên xwe bike.

Di meha Gulana sala derbasbûyî de li bersiva zêdetir ji 60 rakêtên ku ji Newara Xezê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, hêzên esmanî yên wî welatî maşînek ku hilgirê yek ji fermandê Hemasê yê bi navê “Hamid Hemdan”, ku berpirsê veguhastina pere ji Îranê bo Newara Xezê bû kir bi armanc, di wê êrîşê de fermandê girûpa Hemasê hate kuştin û sê kes din jî hatine birîndarkirin.