
Kurdistanmedia: Saziya Îtila`at û Ewlehiya Îsra`îlê, ajanekî girêdayî Spaha Pasdarana terorîst ku toreke ajaniyê rêkixistibû desteserkirin.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî 20`ê Hezîrana 2019`an, Saziya Îtila`at û Ewlehiya Îsra`îlê “Shabak”ê ragihand ku welatiyê Felestînî yê bi navê “Tayir Şe`ifût”, temen 32 salî û rûniştiyê welatê Ordunê ku, pasaporta wî welatî hebûye, û girêdayî toreke ajaniyê ya girêdayî Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê ye, desteser kirine.
Saziya “Shabak”ê daye eşkerekirin ku, ew kesa bo encama dana kiryarên terorîstî hatiye Îsra`îlê da ku, bingeheke ajanîkirinê di Îsra`îlê de raçîne û her wir jî mijûlê endamgîriyê be û zaniyariyên ewlehî yên Îsra`îlê bo rejîma Îranê veguhazîne.
Herwisa Saziya Îtila`at û Ewlehiya Îsra`îlê “Shabak”ê daye zanîn ku, heya niha wî ajanî 3`ê caran digel berpirsên rejîma Îranê civîn hebûye, ku yekemîn car di Lubnanê de civiyaye û du hevdîtinên din jî li Sûriyê û Lubnanê pêk anîn e, ku di wan hevdîtinan de hînkiribûn ku, kompaniyayeke bazirganî li ser navê Ordunê di Îsra`îlê de avabike û digel bazirganên Îsra`îlê mi`amileyan encam bide, da ku, bikare ji vê rê ve tev zaniyariyên girîng ên ewlehî û siyasî yên derheq Îsra`îlê verbigire û hem jî wir endamgîriyê bo karê ajanîkirin li dijî Îsra`îlê bike.