Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê bi mûşek êrîş kire ser Sûriyê ku 4 leşkerên rejîam Beşar Esed hatine kuştin

12:28 - 27 Nîsan 2022

Wezareta Berevanî ya Sûriyê daye zanîn ku li êrîşa mûşekiya Îsraîlê ya li derdora Demişqê, 4 serbaz hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanî ya rejîma Beşar Esed roja Çarşemî 27ê Nîsanê daye zanîn ku li êrîşa mûşekiya Îsraîlê li derdora bajarê Demişqê, 4 serbaz hatine kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûne.

Di vê derheqê de nûçegihaniya “Al-Arabia” ragihandiye ku li êrîşa mûşekiya Îsraîlê bo ser Sûriyê enbara cebilxaneya Hizbullaha Lubnanê li derdora bajarê Demişqê hatiye teqandin.

Herwisa nûçegihaniya Feransê ragihandiye, ku xelkê bajarê Demişqê denegek gelek mezin yê teqînê bihîstine.

Binkeyên leşkerî û navendên girêdayî rejîma Îranê bi taybet Hizbullaha Lubnanê bi berdewamî ji aliyê Îsraîlê ve têne teqndin û rejîma Îranê jî bi berdewamî dahata xelkê Îranê bo piştevanîkirin ji wan hêzên girêdayî xwe xerc dike.

Îsraîlê heta niha 100an êrîş li axa Sûriyê bo ser binke û nevendên leşkerî yên rejîma Îranê û Hizbulla Lubnanê kirine.