
Kurdistanmedia: Balafirên şer ên Îsra`îlê, bi berdewamî êrîşî li ser binke û stargehên leşkerî li Sûriyê dike.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1398`an (27`ê Gulana 2019`an), rejîma Sûriyê ragihand ku, di êrîşên esmanî yên artêşa Îsra`îlê li ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê li Sûriyê, kuştiyek û birîndarek lipey xwe hebûye.
Her di vê pêwendiyê de, Îsra`îlê di daxuyaniyekê de daye eşkere kirin ku, dema ku Balafirên şer yên van çavdêriya deverê dikirin, mûşekek li hemberî wan hatiye, û di encama bersiva wê mûşekê de, balafirên me binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê yên li Sûriyê kirine armancên xwe.
Herwisa wezareta Karê Derve ya Îsra`îlê li ser rûpela “Twitter” xwe nivîsiye ku, siyaseta me eşkereye, tu êrîşeke leşkerî li dijî me bê encam dan, em vê yekê nikarin qebûl bikin, û emê bi tundî bersiva wan bidin.
Her di vê derheqê de, roja Înê 27`ê Banemera 1398`an, (17`ê Gulana 2019`an), hêzên Artêşa Îsra`îlê di berdewamiya êrîşên xwe yên bo ser girûp û saziyên terorîstî yên girêdaiy rejîma Îranê yên li Sûriyê, careke din binke û stargehên van bombebarankirine.