Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îlê binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê li Sûriyê bombebaran kir

12:44 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Balafirên şer ên Îsra`îlê, bi berdewamî êrîşî li ser binke û stargehên leşkerî ên Spaha Pasdaran a terorîst ji Sûriyê de dike.

Li gorî Nûçegihaniya “Asoşeytêd pirês” (Associated Press) ku daye zanîn, sibêdeha Duşemî 10`ê Pûşperê, balafirên şer ên Îsra`îlê çend binkeyên leçkerî ên Spaha Pasdaran a terorîst û girûpên girêdayî wî saziya terorîstî li bajarê Humis û di devera Humê a girêdayî bajarê Demişqê de kirine armancên xwe.

Li gor hin nûçegihanên din jî ku dane zanîn: Li wê êrîşa balafirên şer ên Îsra`îlê di ser binkeyên leşkerî ên Spaha Pasdarana terorîsat a Îranê de, çendîn çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1398`an, rejîma Sûriyê ragihand ku, di êrîşên esmanî yên artêşa Îsra`îlê li ser binkeyên leşkerî yên rejîma Îranê li Sûriyê, kuştiyek û birîndarek lipey xwe hebûye.

Binkeyên Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê di Sûriyê de, bi berdewamî ji aliyê balafirên şer ên Îsra`îlê ve têne bombebaran kirin, û heya niha hezaran çekdarên girêdayî rejîma Îranê di Sûriyê de hatine kuştin.