Binkeyên milîsên ser bi rejîma Îranê di parêzgeha Quneytriyê de li Sûriyê bû armanca mûşekbarana hêzên Îsraîl û 2 binkeyên wan teqandin.
Roja Sêşemî 17ê Tebaxê, nûçegihaniya, “SANA” a rejîma Sûriyê belavkir ku çendîn teqîn di bakûrê parêzgeha Quneytriyê de qewimîne û ragihandinê din ên Sûriyê belavkirine ku Îsraîlê ev dever kirine armanc; Pêka nûçeyên belavbûyî binkeyeke milîsên girêdayê rejîma Îranê û binkeyeke Hizbullahê di wan êrîşan de hatine teqandin.
Di wê derheqê de ragihandineke Îsraîlê ragihandiye ku 2 mûşek bi “Qursulnefil” li nêzî gundê “Hezer”ê li bakurê parêzgeha Qunaytriyê ketine.
Herwisa nûçegihaniya “Mi`an” a Felestînê ragihandine ku binkeyeke Hizbullah û binkeyeke din a girêdayê Îranê hatine teqandin.
Heta niha ti amarek ji xisarên canî û malî yên wê êrîşa mûşekî netine belavkirinê lê berpirsekî arteşa Îsraîlê gotibû ku ti kesek di wan êrîşan de nehatiye kuştin.
Îsraîlê bi caran ragihandiye ku îznê nadin hêzên girêdayê rejîma Îranê di Sûriyê de li dijî Îsraîlê kar bikin û her binke û navendeke rejîma Îranê dê bibe armanca hêzên Îsraîlê.