Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê carek din milîsên girêdayî rejîma Îranê li Sûriyê kirin bi armanc

18:49 - 21 Gulan 2022

Çavedêriya Mafê Mirovî li “Sûriyê” di raporekê de eşkere kiriye ku Îsraîlê li derdorê “Demişq”ê û devera “Cimraya û El-kiswe” êrîş kiriye ser binkeyên milîsên girêdayî rejîma Îranê.

Nûçegihaniya “Sana”  ya ser bi rejîma Sûriyê belav kiriye, di wê êrîşê de ku ji mûşekên erd bo erd mifah hatiye vergirtin û ew êrîşe li nêzî bilindahiyên “Gulan”ê hatiye encam dan, û sê kes kadrên payebilind Sûriyê hatine kuştin û ziyanên madî yên zêde gihîştiye deverê.

Nûçegihaniya “Sana”yê ragihandiye ku sîstema berevaniya Artêşa “Sûriyê” çend mûşek li esmanê “Demişq”ê xistine xwarê.

Îsraîlê wan êrîşên xwe ji bo berevankirin li xwe dizane û daye zanîn ku yek ji armancên girîng ên wan êrîşane, pêşîgirtin ji cihgîrbûna leşkerên terorîst ên rejîma Îranê û milîsên wê rejîmê ye ku nêzî sînorên Sûriye û Îsraîlê ne.