Pêka nûçeya ku malpera “Alarabiya”yê belav kiriye, şeva Pêncşemî, 24`ê Rêbendanê, Îsra`îlê di 4 êrîşan de cebilxaneya çek û mûşekan a rejîma Îranê di nêzîkatiya balafirxaneya Demişq a welatê Sûriyê de kiriye armancê xwe.
Herwisa di êrîşeke din de binkeya leşkerî a Yek û tîpa 91 a rejîma Sûriyê di “El-Keswe” di başûrê wî welatî de kire armanc.
Piştî demjimêrekê ku balafira barhilgir a rejîma Îranê gihaye balafirxaneya Navdewletî a Demişqê, Îsra`îlê ew barhilgire bi mûşekan kiriye armanc.
Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê te`îd kirye, ku cebilxaneya çekan di nêzî Demişqê de hatiye mûşekbaran kirin.
Li sala 2011`an di despêka şer û peçûnên Sûriyê de heya niha Îsra`îlê sedan caran binkeyên Rejîma Sûriyê, Îranê û Lubnanê, kirine armnancê xwe.
Herwisa Îsra`îlê gelek caran bas kiriye, ku nikare hebûna rejîma Îranê û Hizbulaha Lubnanê di Sûriyê de qebûl bike.