Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îlê di Sûriyê de çendîn binkeyên rejîma Îranê kirine armancê xwe

10:48 - 20 Çirriya paşîn 2019

Kurdistamedia: Artêşa Îsra`îlê ragihand, balafirên wan êrîşê ser dehan binkeyên Spaha Qudis a terorîst, li Sûriyê û hin binkeyên artêşa Sûriyê kirine.

Artêşa Îsra`îlê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek ji mûşekan ji nav axa Sûriyê ber bi Îsra`îlê hatin avêtin, wan jî bersiva wan mûşekan daye û bi dehan binkeyên hêzên Îranê mûşekbaran kirine û hejmarek ji binkeyên berevaniya esmanî ya Sûriyê jî jinav birine.

Di vê derheqê de Saziya Mafê Mirovan li Sûriyê belav kir, ji encama êrîşa Îsra`îlê bo ser binkeyên hêzên Sûrî û Îranî, li derdora balafirxaneya Şamê ya Navdewletî, dengê teqînên bihêz hate bihîstin.

Herwisa Ajansa Nûçegihaniya “SANA” a girêdayî rejîma Sûriyê bi awayekî fermî belavkir, balafirên Îsra`îlê derdora Şamê mûşekbaran kirine, lê sîstema berevaniyê ya Sûriyê piraniya mûşekên Îsra`îlê ku berî bigihin armancên xwe, jinav birine.

Heta niha Îsra`îlê di Sûriyê de, derbên giran ji hêzên rejîma Îranê dane û sedan kes ji endamên Spaha terorîst kuştine, û xisareke mezin li cebilxanên hêzên Îranê daye, lê rejîma Îranê berdewam bêdengî parastiye.