
Cardin balafirên şer yên Îsraîlê çekdarên Spaha Pasdaran a terorîst û Hizbullaha Lubnanê di Sûriyê de kir bi armanc û binkeyên wan mûşekbaran kirin.
Ev êrîşe di halekê de ye ku tenê 48 demjimêr li ser çûna Fermandê Spaha Pasdaran a terorîst bo wê deverê bû.
Ew êrîşe roja Çarşemî 17ê Befranbarê ji aliyê balafêrên şer ên Îsraîl ve hatiye encamdan û ew êrîşe kirine ser çekdarên girêdayê rejîma Îran û Hizbullaha Lubnanê di devera “El-Keswe” li Başûrê Demişqê de.
Lê derheq kuştin û birîndarbûna çekdarên terorîst heta niha ti zaniyariyek ji ber dest nîne.
Herwisa Çavedêriya Mafê Mirovî a Sûriyê gotiye: “Di êrîşên Îsraîlê yên ku di wan heyaman de hatine kirin, çendîn çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Eva di halekê de ye ku berpirsên Îsraîlê di çendîn mehên derbasbûyî de tekezî kirine ku dê êrîşên xwe bo ser hêzên girêdayê rejîma Îranê di Sûriyê de zêde bikin.