Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîş kire ser Spaha Pasdaran

12:24 - 30 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Îsraîlê êrîşek kire ser binkeyên rejîma Îranê di bajarê Demişq û Qenîtreya Sûriyê, û xisareke berçav gehande hêzên ser bi rejîma Îranê.

 Roja Pêncşemiyê 8`ê Sermaweza 1397`an, balafirên şer ên arteşa Îsraîlê êrîş kirin ser hêzên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê û xisar gehandin wan.

Nûçegihaniya “SANA” a ser bi rejîma Esed bas ji vê kiriye ku di vê êrîşê de, wan firokeyeke Îsraîlê xistiye xwarê, lê derheq hûrdekariyên vê nûçeyê de, heya niha zanyariyeke wisa belav nebûye.

Arteşa Îsraîlê jî, ret kir ku balafireke wan ji aliyê rejîma Beşar Esed ve hatibe hingavtin.

Hevdem Ramî Eebdulrehman birêveber û çavdêrê mafê mirovan a Sûriyê eşkere kir, ku dengê çendîn teqînên bihêz li Başûra Sûriyê û navçeya Qenître ya Sûriyê hatiye bihîstin, ku enbara çek û teqemeniyên Hizbullaha Lubnanê û hêzên Îranê li wir in.

Di heyamên borî de, Îsraîlê çendîn carî êrîşî ser binkeyên rejîma Îranê di Sûriyê de kiriye, û di van êrîşan de gellek caran endamên Spaha Pasdaran yan birînd bûne, yan jî hatine kuştin.

Rayedarên Îsraîlê ragehandine ku nabe rejîma Îranê û girûpên nêzî wê, di Sûriyê û bi taybetî li nêzî bilindahiyên Gulanê (Colanê) bimînin.