Balafirên Îsraîlê devera “Quneytere” a başûrê Sûriyê bombebaran kir.
Ajansa “Sana” a ser bi rejîma Sûriyê belav kiriye, yek ji mûşekan nêzî dibistana gundê wê deverê keftiye, lê ti zaniyariyek ji zirarên wê mûşekê belav nekiriye.
Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê belav kiriye, balafirên Îsraîlê binkeyên milîşên ser bi rejîma Îranê kirine armanca êrîşa xwe.
Îsraîlê çendîn caran ragehandiye ku hebûna rejîma Îranê û girûpên çekdar yên terorîstî yên ser bi rejîma Îranê li axa Sûryê, gefek micid e bo ser Îsraîlê û hemû deman girûpên teroristî kirine armanc.
Di vê êrîşê de heta niha zirarekî zaf a malî û canî bi rejîma Îslamî a Îranê kevtiye.