Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîşa mûşekî kire ser binkeyên rejîma Îranê li Sûriyê

15:47 - 1 Adar 2021

Artêşa Sûriyê serê sibêdeha roja Yekşemî ragihand ku Îsraîlê çend cih li başûrê Demişqê kirine armancê êrîşên rakêtên xwe.

Pêka daxuyaniya Artêşa Sûriyê ew êrîşe li bilindahiyên “Golan”ê hatiye encamdan û dijemûşekiyên Sûriyê karîne bersiva wê êrîşê bidin û parek ji wan rakêtan di esman de bike armanc.

Ji aliyek din ve çavkaniyên Îsraîlê bas ji vê yekê dikin ku di wê êrîşê de, binkeyên girûpên çekdar yên ser bi rejîma Îranê kirine armanc û eva jî bersiva Îsraîlê ye li derheq ew êrîşa ku bo ser gemiya Îsraîlê hatibû kirin.

Berê jî Îsraîlê ragihandibû ku belgeyên tewaw ji ber dest hene ku dide xuya Îranê li êrîşa bo ser gemiyên Îsraîlê li deryaya Emanê de dest hebûye.

“Bênî Gantiz” Wezîrê Berevaniya Îsraîlê gotibû, beravirdên destpêkî didin xuya ku Îran berpirsê êrîş bo ser wê gemiyê ye.

Îsraîl di heyama salên derbasbûyî de bi berdewam binkeyên rejîma Îranê û girûpên çekdar li Sûriye kirine armancê êrîşiyên xwe, lê ew êrîşane li sala nû a zayinî de zêdetir bûne.