Sibêdeha roja Duşemî 7`ê Adara 2022`an, derdorên Demişa Sûriyê bû bi armanca mûşekên Îsraîlê.
Nûçegihaniya “SANA” ya ser bi rejîma Sûriyê daye zanîn, ku demjimêr 5`ê sibêdeha roja Duşemî, hin deverên derdora Demişqê bûne armanca mûşekên Îsraîlê.
Wê Nûçegihaniya rejîma Sûriyê îdia kiriye ku, piraniya wan mûşekan ji aliyê dijemûşekên artêşa Sûriyê ve hatine jinavbirin û di wê êrîşê de du kesên sivîl hatine kuştin.
Di meha borî de Îsraîlê nêzî 5 caran êrîşê ser Sûriyê kir û di encama êrîşa 24`ê Fêvriyê de 3 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin.
Îsraîlê di îsal de dehan êrîşên mûşekî û esmanî kiriye li ser binkeyên rejîma Îranê û hêzên ser bi rejîma Sûriyê li nav axa Sûriyê de û heta niha yek ji wan êrîş jî, nekêşaye stuyê xwe.