
Kurdistanmedia: Firokeyên Îsraîlê êrîşî ser binkeyên Spaha Pasdaran di Sûriyê de kirin û zirareke mezin gehandin wan.
Sêşemiyê şevê, Îsraîlê bi êrîşên esmanî ên xwe binkeya Spaha Pasdaran ya Îranê û Hizbullaha Lubnanê li derdora Demişqê kirin armanc ku di encamê de aliyê kêm sê enbarên çek û teqemeniyên Îranê hatin têkbirin.
Ramî Ebdulrehman serokê Saziyaçavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê di pêwendiya bi El-hedes re ragehand ku Îsraîlê di El-kiswe û Dîmasê de binkeyên Spaha Pasdaran û Hizbullahê bombebaran kirin.
Li gora gotina navbirî gellek enbarên girîng ên çek û teqemniyên Hizbullahê û ên Îranê li rexê rojava û başûra Demişqê bûne armanca êrîşa Îsraîlê.
Îsraîlê pedafenda esmaniya xwe jî çalak kiribû û bersiva mûşekên dijî esmnaiya Sûriyê dikir.
Serbarê vê ku rejîma Îranê berdewam gefan li Îsraîlê dikin, lê di hemberî êrîşên bi vî awayî de bêçare dimînin û ew êrîş bi başî nîşan didin ku rayedarên rejîmê tenê zimanê gefê dizanin û ew gefxwarinên wan bi qasî şerekî rasterast derbe li berjewendiyên xelkê welat daye.