Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê gef ji Îranê xwar û daye zanîn binkeyên wan li Sûriyê dike armanc

10:09 - 30 Çirriya paşîn 2020

Serokê Stada Tev Artêşa Îsraîlê, Avîv Koçavî ragihand, ew ji bo rûbirûbûna Îranê di nav axa Sûriyê de û her egereke din ji aliyê Îranê ve amade ne.

Serokê Stada Tev Artêşa Îsraîlê, Avîv Koçavî serdana deverên ser sînorê yên Sûriyê kir û ragihand, Îsraîl amade ye ji bo rûbirûbûna Îranê, da ku nekaribe di nav Sûriyê de bicih bibe.

Avîv Koçavî got: “Peyama me gelek zelal e; Em ji bo rûbirûbûna Îranê li nav axa Sûriyê û rûbirûbûna her cure hewlên êrîşkirina ser me, amadekariyên xwe berdewam dikin.”

Wan salan Îsraîlê hertimî binkeyên çekdarên Spaha Quds a taya Spaha Pasdaran a terorîst li nav axa Sûriyê de kiriye armancê mûşek û balafirên xwe yên şerker û heta niha sedan çekdarên Spaha terorîst hatine kuştin.