Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsra`îlê hêzên rejîma Îranê kire armancê xwe

12:55 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Îsra`îlê binkeyên leşkerî ên rejîma Îranê di Sûriyê de, mûşekbaran kir.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî 1`ê Gelawêj (23`ê Tîrmehê), Îsra`îlê bi mûşekên xwe devera “Têl El-Hûra” a girêdayî parêzgeha Der`ayê, ku binkeyên leşkrî ên ser bi rejîma Îranê ji wirin kire armanc.

Herwisa li gorî wan nûçeyên belavbûyî ku dane zanîn, Îsr`îlê xeynî “Têl El-Hûra”yê ku binkeyên leşkerî mûşek baran kiriye, Du deverên din di bilindahiya Golanê de ku bikeyên girûpên girêdayî rejîma Îranê li wirin, bombebaran kirine.

Piraniya Nûçegihaniya dane zanîn ku, ew binkeyên ku hatine mûşekbarankirin ên girûpên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê bûne, û kuştî û birîndar jî têde hene.

Îsra`îlê di destpêka şerê navxweyî ê Sûriyê de haya niha sedan car binkeyên girûpên çekdar ên girêdayê rejîma Îranê kiriye armancên xwe û sedan çekdar jî hatine kuştin.

Berpirsên Îsra`îlê bi berdewamî didine zanîn ku, nikarin hebûna hêzên Îranê di nav axa Sûriyê de qebûl bikin û gefên jinav birina binkeyên wan di nav axa Sûriyê de dixwin.