Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê huşdarî bi Beşar Esed re daye ku dest ji piştevaniya Spaha Pasdaran berde

12:12 - 15 Hezîran 2022

Îsraîlê bi Serkomarê rejîma Sûriyê “Beşar Esed” re huşdarî daye ku eger piştevaniya xwe li Spaha Pasdaran bidomîne, dê rasterast êrîşê ser koşka wî bike.

Pêka nûçeyên belavbûyî, Îsraîlê bi “Beşar Esed” re ragihandiye ku eger piştevaniya rejîma Îranê bike û îznê bi rejîma Îranê re bide ku cebilxane bo hêzên Hizbullahê li Sûriyê û Lubnanê bîşîne, dê koşka wî bike armanca mûşekan.

Herwisa çend demjimêran berî huşdarîdana Îsraîlê, binkeyên Spaha Pasdaran li Elbûkemal li nêzî sînorê Sûriye û Îraqê hatine mûşekbarankirin.

Îsraîl bi berdewamî cebilxaneyên Îranê ku bi rêya bejayî bo Hizbullaha Lubnanê têne şandin bombebaran dike û çevedêrî li ser wan veguhastinan dike û heta beşek ji wan cebilxaneyan di Îraqê de jî berî ku bigihêjine destê Hizbullahê ji nav dibe.

Di wê dawiyê de rejîma Îran hewl dide ku zêdetir bi rêya esmanî û balafirên revîngî re wan cebilxaneyan bo Hizbullahê bişîne, lewma Îsraîlê balafirxaneya “Demişq”ê li Sûriyê bi awayekî bombebaran kiriye ku neyê bikaranîn.