Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê navê fermandeyekî Spaha Pasdaran eşkere kir û gef li Îranê xwar

11:19 - 5 Tebax 2021

Welatê Îsraîlê roja Çarşemî 13`ê Gelawêjê bi banghêjkirina nûnerê welatên Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî di wî welatî de, daxwaz ji wan welatan kir, ku li dijî kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê di deverê de bisekînin.

Her di wê dîdarê de, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê, “Benny Gantz”, bo cara yekê navê berpirseke payebilind ê rejîma Îranê ku wek plandarê êrîşên ser gemiya Îsraîlê hatiye naskirin, eşkere kir”.

“Benny Gantz”, gotiye: “Seîd Aqacanî, Fermandê Yekeya Balafirî ya Saziya hêzên Esmanî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, birêveberê sereke yê êrîşa wê dawiyê li ser gemiya “Mercer Street” di nav deryaya Emmqanê de bûye”.

Navbirî gotiye: “”Seîd Aqacanî, berpirsê kiryarên terorîstî di deverê de bûye”.

“Benny Gantz”, di wê dîdarê de gotibû: “Car din hate îsbatkirin ku Îran, çalişeke deverî, navnetewî û gefek e li ser Îsraîlê; Îran berpirsyarê dehan kiryarên terorîstî di dever û çalakkirina girûpên çekdar ên xwe di Yemen, Îraq û welatên dinê de ye”.

Amerîka Îsraîl û Birîtaniya, rejîma Îranê berpirsyarê êrîşa ser gemiya “Mercer Street” di deryaya Emmanê de ku personelek Birîtanî û personelek Romanî tê de hatine kuştin, zanîne.

Serokwezîrê Îsraîlê  “Naftali Bennett” gotibû:“Ew serdem bi dawî hatiye ku hûn asûde li Tehranê rûnên û li wir Rojhilata Navîn aloz bikin”.