Rojnameya “Yedioth Ahronoth” raporek belav kiriye ku ew rapor ji aliyê “Ron Ben Yishai” karnasê Ewlehî û Leşkerî ku pêwendî digel biriyarderên “Tel Aviv”ê heye, hatiye amade kirin, û têde bas ji hûrdekariyên erîşkirin a Îsraîlê bo ser navendên navikî yên Îranê dike.
Pêka rojnameya “Yedioth Ahronoth” Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett”, Wezareta Ewlehî û Artêşa Îsraîlê erkdar kiriye ku bona erîşkirin li ser navendên navikî yên Îranê bernameyan darêjin.
Herwisa “Ron Ben Yishai” belav kiriye ku “Civîneke awarte” di navbera Serokwezîrê Îsraîlê “Naftali Bennett” Wezîrê Ewlehiyî “Benny Gantz” û Wezîrê Darayî a Îsraîlê “Avigdor Lieberman” pêk hatibû.
Herwisa navbirî ragihandiye ku ew civîna awarte bona dariştina bernameya erîşkirin bo ser navendên navkî yên Îranê ye.
Pêka rapora rojnameya “Yedioth Ahronoth” bo heyamê 5 salan 5 miliyard “Shekel” ku dibe 1.7 miliyard Dolar li navebra 3 navendan de dê dabeş bikin ku ew pere 5 qat zêdetir ji wê bûdceyê ye ku salên berê Îsraîlê bona rawestan di dijî rejîma Îranê terxan dikir.
Berpirsên berevanî ên Îsraîlê li kanala televîzyomî ya “Kanal 12” a Îsraîlê de gotine ku bi derengîmana dariştina êrîşeke rêgir ji bernameya navkiya Îranê dê Îsraêlê rastî senariyoyekê bike ku êdî dem nemaye û Îsraîl di hember Îranê de nikare berevaniyê li xwe bike.