Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtila`ata rejîma Îranê li Kurdistanê malbatên pêşmergeyan dixîne bi givaşan de

18:39 - 14 Şibat 2022

Wezîfedarên îdareya îtila`ata rejîma Îranê, li Kurdistanê bona givaş xistina li ser malbatên Pêşmergeyan xwe ji tu kiryarekê naparêze.

Pêka nûçeyên gehîştinî bi malpera “Kurdistanmediya”yê wezîfedarên îdareya Îtila`atê, li bajarê “Şino”yê,êrîşkirine ser malbata “Hêro Ezîzî” yek ji Pêşmergeya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, û hewla binçavkirina malbata wê dane.

Pêka zanyariyan, wezîfedarên îtila`atê hewla binçavkirina dayîk û birayê “Hêro” ku temenê wî tenê 7 salin dane.

Çendîn tirombîlên hêzên îdareya Îtila`atê, bi Kelebçe û darê taybet yên leşkerî êrîşî li ser mala wan du welatiyan kirine lê, piştire ji aliyê xelkê ve pêşî ji hêzên rejîmê hatiye giritin û ji hêzên rejîmê  re rê nedane ku dayîk û birayê wê pêşmergeya Kurdistanê digel xwe bibin.

 “Hêro Ezîzî” xwe Pêşmergeye û bavê wê , yê bi navê “Luqman Ezîzî” kesayetiyek siyasîye û piştî ku çendîn caran ji aliyê rejîma Îranê ve tê binçav kirin, li girtîgehê rastî lêxistin û îşkencekirinê hatibû.

 “Luqman Ezîzî” bi sedema lêdan, îşkencekirin, û givaşên îdareya Îtila`atê,  neçar ma cih û warê xwe biterkîne.